BANGEWAZIYA KONGREYA 13. A BAROYA BATMANÊ
Kongreya 13. a Baroya Batmanê wê di 12/10/2014’an û di navbera saet 10:00-17:00’an de li Eywana Konferansê ya Navenda Çandê bê li dar xistin. Heke piraniya pêwist pêk neyê di 26/10/2014’an de li heman cihî wê kongre bê li dar xistin. Rojeva kongreyê li jêr e.
Li gor zagona 1136. beşdariya parêzeran pewistiyeke zagonî ye. Parêzerên ku wê nikaribin beşdarî kongreyê bibin divê egereke wan î mafdar hebe. Heke na, ji hêla Lijneya Rayedar a Hilbijartinê ve, wê cezayê pera li wan were birrîn.
Girîngiya beşdarbûnê radigihînim û silav û rêzên xwe pêşkeş dikim.
Prz. Ahmet Sevim
SEREKÊ BAROYA BATMANÊ
Rojev :
1- Vekirin û avakirina Dîwanê
2- Rêzgirtin
3- Axaftina Vekirinê ya Kongreya Giştî
4- Danasîna Mêvanan û Axaftinên Wan
5- Xwendina Raporên Kar û Xebatan
6- Xwendina Rapora Lijneya Venêrînê
7- Nirxandinên Li Ser Raporan
8- Safîkirina Lijneya Rêvebiriyê û Ya Lijneya Venêrînê
9- Destnîşankirin û Nirxandinên Li Ser Çûyîn û Hatiniyên Baroyê
10- Nêrîn, Hêvî û Daxwaz
11- Hilbijartina Baskên Baroyê û Hilbijartina Nunêrên TTB’ê
12- Girtin