BI MINASEBETA 15Ê GULANÊ PANELEK HATE LIDARXISTIN
Tarih: 18.05.2024 | Okunma Sayısı: 75

 

Bi minasebeta 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî me panelek li dar xist.

Panela me ya li ser 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî li Salona Prz. Tahîr Elçî ya Baroya Batmanê di 13.00an de dest pê kir û di 15.00an de bi dawî bû.

Moderator Prz. Melek Kaçmaz behsa dîroka 15ê Gulanê kir ku çawa bûye Roja Zimanê Kurdî û panelîstan bi beşdaran da nasîn.

Panelîst Dr. Mehmet Yonat di bernameyê de di çarçoveya mijara vegerîna li zimanê xwe behsa teorîya Jousha A. Fishman kir. Di çarçoveya vê teorîyê da 8 xalên sereke rêz kirin û di vejandin û pêşxistina ziman da giringî û rêza pêkanîna van xalan destnîşan kir.

Panelîst Doç. Dr. Kenanê Nado jî behsa halê doh, îro û sibê ya vegerîna li zimanê xwe (kurdî) kir. Li gor teorîya Jousha A. Fishman, Kurdan berê çi kirine, niha çi dikin û divê sibe ji bo Kurdî çi bikin, bi guhdêran ra parve kir.

Di encamê da gihiştin wê qenaetê ku berî hemû statûyên zimanî (fermîbûn, zimanê perwerdeyê, zimanê bazarê û hwd.) ya herî muhîm ku Fishman jî di plansazîya xwe de destnîşan kiriye û wekê xala şeşem nîşan daye: divê Kurd di serî da ji xwe, ji mala xwe, ji malbata xwe û derdor û cînarê xwe dest pê bikin û hişmendîya ziman her gav û saetê zindî bigirin. Paşê li ser zindîbûna vê hişmendîyê planên din (perwerde, xebatên fermîkirina kurdî, xwendin û nivîsandin, bikaranîna di sazîyan da, bilindkirina statu û prestîja kurdî û hwd.) daînin ji bo ziman.

Di dawîya panelê de beşdaran jî çend pirs û pêşnîyazên xwe kirin û bi vî rengî panela Roja Zimanê Kurdî bi dawî bû.

KOMÎSYONA ZIMANÊ KURDÎ YA BAROYA BATMANÊ

19.09.2024
AV. ERKAN ŞENSES
BARO BAŞKANI

© Web sitesi hizmeti Türkiye Barolar Birliği tarafından verilmektedir.