CIVÎNA 2YEM YA TORA KOMÎSYONÊN ZIMANÊ KURDÎ
Tarih: 26.11.2023 | Okunma Sayısı: 254

 

CIVÎNA 2YEM YA TORA KOMÎSYONÊN ZIMANÊ KURDÎ

Civîna 2yem ya Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê bi mêvandariya Baroya Batmanêdi 26.11.2023ê de li Avahiya Xizmetê ya Baroya Batmanê pêk hat. Ji xeynî Baroya Batmanê; Baroyên Agirî, Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Wanê tevlî civînê bûn. Ev civîna 2yem ya Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê bû. Civîna 1em di 14.01.2023ê de bi mêvandariya Baroya Diyarbekirê, li Diyarbekirê hatibû kirin.

Ji Komîsyona Mafên Çandî û Zimanê ya Baroya Mêrdînê Prz. Sezgîn DÎNÇ, Ji Baroya Diyarbekirê Koordînatorê Komîsyona Zimanê Kurdî Prz. Yakup DEMÎR û Prz. Velî ÇELÎK, ji Komîsyona Zimên a Baroya Rihayê Prz. Mahsum ERDOĞDU û Prz. Murat CEYLAN, ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê Prz. Kadîr ORKAÇ û Prz. Muhammed YARIZ, ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Agiriyê Prz. Ahmet ALPARSLAN û wek mêvandar ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê Prz. Huseyîn ÎNAL, Prz. Ferhat BAYINDIR û Prz. Gulbahar KAYA tevlî civînê bûn.

Di civînê de tevî xurtkirina xebatên Torê û aktîvgirtina komîsyonên mebi xebatên berdewamî, çendîn qerar hatin girtin. Hin ji wan qeraran ev in:

  1. Berdevka Torê hate guhertin û ji bo 6 mehan Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê bû berdevk.
  2. Komîsyonên Ziman ên Baroyên tevlîbûyî -xisûsen bi nivîsên xwe- destek bidin du kovarên bi kurdî yên hiqûqê, kovara Aşdadê û kovara Dadistanê.
  3. Hate biryardayîn ku ji bo xurtkirina xebatên hevpar yên Torê, civînên Torê 2 an 3 mehan carekê wekî online were lidarxistin. Civîna were wê di 15ê sibatê yê 2024an de wek online were lidarxistin.
  4. Pêşniyara ji bo çêkirina perwerdehiya hiqûqê yê bi kurdî ya online, tevî hevkariya bi Weqfa Mezopotamyayê hate qebûlkirin. Xebatên pêwîst yên ji bo vê wê bên pêkanîn.
  5. Bi tevkariya temamê komîsyonên zimanê kurdî yên Baroyên Herêmê wê her sal raporeke giştî yê li ser zimanê kurdî were çêkirin û ev rapor di 21ê sibatê de were ragihandin. Rapora pêşî di 21ê sibata 2024an de were ragihandin.
  6. Wê ji bo Torê hesabeke medyaya civakî were çêkirin.
  7. Komîsyonên Zimanê Kurdî yên di Torê de wê destek bidin xebata vekirina dozê yê li ser mafê wergirtina perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê ku MED-DER plan dike ku bi hevkariya Komîsyona Ziman a OHDyê veke.

            Di civînê de ji xeynî biryarên jorî, bi rêya xebatan aktîvkirina komîsyonan, bi awayekî bitertîb pêkanîna civînên komîsyonê, her sal çêkirina kursên zimanê kurdî yê bi çendîn astan, hevkariya bi saziyên din ên zimanî re ji bo lidarxistina panelan an projeyên din, mehê carekê lidarxistina panel an hevpeyvînên bikalîteyên li ser zimanê kurdî jî hatin plankirin.

      Ji xeynî van di derbarê rewşa Komxebata Hiqûqê yê ku bi hevkariya KomîsyonênZimanê Kurdî û Weqfa Mezopotamyayê tê lidarxistin jî agahî hatin dayîn.

 

19.09.2024
AV. ERKAN ŞENSES
BARO BAŞKANI

© Web sitesi hizmeti Türkiye Barolar Birliği tarafından verilmektedir.