Serdema bêpevçûniyê ya ku bi pêvajoya aştiyê re dest pê kiribû, ji hemû aliyên civakê ve piştgiriyeke mezin didît. Lê di heman demê de bendewariya gavên pêwist ên ji bo domdariya pêvajoyê ku divê bên avêtin jî li her platformê hercar dihatin dubare kirin. Di serî de jî daxwaz û bendewariya çênekirina kelekolan li hemû herêmê bi dengekî bilind dihat ziman. Di gel ku ev hessasiyeta gel bûbû mijara raporên Komisyona Aqilmendan jî li dijî ruhê pêvajoya çareseriyê, çêkirina kalekolan her berdewam bû.
Wekî ku raya giştî jî dişopîne; di dîroka 07.06.2014 de li Liceya Amedê du hemwelatiyên me yên ku tevlî şermezarkirina çêkirina kalekolan bibûn bi guleya leşkeran hatin kûştin. Berî her tiştî em van tevgerên ku qesta mafê jiyanê dikin şermezar dikin. Di dema çalakiyên protestoyî de heke çalakgir sucekî bikin jî heqê hêzên ewlehiyê tune ku li dijî zagonan tevbigerin. Divê neyê ji bîr kirin ku; di pêvajoya aştiyê de, ku yekane armanca wê dawiyê li pevçûn, şer û kûştinan bîne ye, li dijî bûyer û çalakiyên civakî bi refleksa klasik a dewletê bersivdayîn wê pirsgirêkê kûrtir bike.
Ji lowma bangewaziya me ew e ku; di mijara êrişên mîna vê, yên ku qesta mafê jiyanê dikin, lêpirsinên berfirehî bên kirin, berpirsiyar bên cezakirin û di serî de kesên ku hêza xwe ji ammeyê distînin, hemû derdor divê dûrî tevgerên ku ne li gorî ruh û giyanê pêvajoyê ne bisekinin.