GOTÛBÊJA ME YA BI NIVÎSKAR MEHMET DÎCLE RE
Tarih: 29.01.2024 | Okunma Sayısı: 257

Gotûbêja Me Ya Bi Nivîskar Mehmet Dîcle Re

Di 28ê kanûna paşîn a 2024ê de Komîsyona me ya Zimanê Kurdî bi hevkarîya Weşanên Zîzê, Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Senê û Yenî Sahneyê li Salona Prz. Tahîr Elçî ya Baroyê bernameyeke gotûbêjê bi nivîskar Mehmet Dîcle re li dar xist.

Di gotûbêjê nivîskar Mehmet Dîcle behsa çîroka xwe ya nivîsînê, îlhamgirtin û metoda nivîsîna xwe û behsa edebîyata kurdî ya modern kir. Di gotûbêjê de Rûbar Elî moderatorîyê kir. Gotûbêj di saet 15.00an de dest pê kir û tevî îmzekirina kitêba xwe ya Berfa Sor, bername heya 16.45an dewam kir.

            Di dawîya bernameyê de beşdar pirsên xwe yên derbarê kitêb û nivîskarê de pirsîn û nêrînên xwe anîn ziman. Helbestvan Berken Bereh jî tevlî bernameyê bû, û di dawîya bernameyê de pirsên xwe yên di derbarê kitêba Berfa Sor de ji nivîskar Mehmet Dîcle kir û nêrînên xwe yên di derbarê romanê de anî ziman.

19.09.2024
AV. ERKAN ŞENSES
BARO BAŞKANI

© Web sitesi hizmeti Türkiye Barolar Birliği tarafından verilmektedir.