Ji Çapemenî û Rayagiştî re
Di 146. salvegera dameziranda Dadgeha Şêwrî(Danıştay) de, li hemberî axaftina serekê TBB’ê Birêz Metin Feyzioglu berteka Birêz Serokwezîr ji aliyê ‘Azadiya Fikrî û Mafê Derbirinê’ ve nayê pejirandin.
Azadiya Fikrî û Mafê Derbirinê ew maf e ku; ji naveroka daxuyaniya ku tê dayîn û kesê ku bi wî mafî radibe xweser e. Bi şertê ku di nav çerçoveyên demokratîk de be û li platformên rewa be, mafê rexnekirin û derbirina fikr û ramanan hêza xwe ji makezagonê distîne. Û bi ser de Zagona Parezeriyê jî wî mafî dide Baro û Yekitiya Baroyan ku derbarê çi arêşeyên navxweyî yên wekî pîşeyî û çi yên civakî de nirxandinan bikin.
Bêguman kesê ku bi wî mafî radibe divê xwe li rexneyan jî ragire. Lowma dibe ku axaftin û kiryarên Serekê Yekîtiya Baroyan Birêz Feyzioglu jî bibin mijara rexnekirin û şermezarkirinê lê em dixwazin bidin zanîn ku ji bilî çerçoveya demokratîk bi tu egeran azadiya fikrî û mafê derbirinê nayê astengkirin û tu kes an jî sazî ji rexneyê ne xweser in. Em wekî Baroya Êlihê bi bîr dixin ku azadiya fikrî û mafê derbirinê ji bo civakeke demokratîk hokereke jêneger e.
Bi Rrêzdarî…
Serektiya Baroya Êlihê