Roja 20’e Mijdarê, bi egera Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, endamên Komîsyona Mafên Zarokan a Baroyê, çûn serdana Saziya Zarokhewêr a Batmanê. Piştî serdanê, endama rêveberiya baroyê û koordînatorê Komîsyona Mafên Zarokan Prz. Saadet Şahîn çû Dibistana Fen Bîlîmlerî û zarokên wir, di derheq mafên zarokan de agahdar kirin. Paşê Prz. Saadet Şahîn û Prz Esra Bagiş semînerek dan Dibistana Seretayî Ya Atatûrkê