Hızlı Erişim

Menü

Baroya Me Li Dozgeriya Batman û Bismilê Giliya Kesên Ku Pirêzeya Dişewitînin Kir

15.09.2014
2642
 Baroya me, giliya kesên ku her sal di dema palehiyê de pirêzeya dişewitînin li Dozgeriya Bismil û Batmanê kir. Ew kesên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin, jiyana civakê nahesibînin û bi sûcê ‘ji qesta hawirdor qirêj kirinê’ radibin. Bi vî hawî jî  ewlehiya giştî dikin bin xetereyê.

        

Baroyê di serlêdana xwe de bal kişandiye ser xala 56. a makezagonê; “Derdoreke paqijtir û bi tendûristî heqê herkesî ye. Pêşxistin, edilandin û xweşik-kirina derdorê û her wiha rê li ber qîrêjbûna derdorê girtin berpirsiyariya herkesî ye.” û bi taybetî jî bal kişandiye ser erdên adanwer ên derdora Batmanê ku her sal di meha Îlon-Cotmehê de cotkar dema gil û giyayê di nava erdan de dişewitînin erd jî pê re tên şewitand. Ew erdên adanwer, ku him çavkaniya aboriya Batmanê û him jî çavkaniya aboriya herêmê ne, gava ku tên şewitandin; ne tenê xisarê dide tendûristiya hemwelatiyên nexweşiya bêhntengiyê pê re heyî, ji ber wî dûyî hemwelatî hew dikarin li derve bimeşin û bi ser de jî bi hezaran giyanwerê di nav erdan de jî pê re dişewite û ekolojî bi  xirabûnê re rû bir û dimîne.

 

          5237. Zagona Cezayê yê Tirkiye, xala 170. wiha hatiye sazkirin; 1) Kesên, bi şiklê ku tendûristî, jiyan û mal û milkê mirovan têkeve bin xetereyê an jî bi armanca ku di mirovan de bibe sedema tirs û metirsiyê agir dadin; ji şeş mehan heta sê salan wê cezayê hepsê lê were birîn.

          

Dîsa li devera ku pirêze tê şewitandin ji ber dû ewlehiya trafîqê û ewlehiya can û malê hemwelatiyan dikeve xetereyê. Ku hawirdor ji qestî nehatibe qirêjkirin jî, bi tena serê xwe cihê vî sûcî jî di Zagona Cezayê Yê Tirkiyê de heye. Bêyî haya xwediyê erd jî erd were şewitandin, xwediyê erd jê xilas nabe…

 

            Em piştgiriyê didin hemwelatiyên ku bixwazin ew jî vê giliyê bikin. Ji bo serlêdana giliyê, mînakên daxwaznameyan ji baroyê û ji mixtarên taxê tên peyda kirin.  Birêzdarî…

                                                                                                                                               Serektiya Baroya Batmanê

 

Ruhsat Alanlar

Aramıza katılan meslektaşımıza başarılar dileriz.

Yaklaşan Etkinlikler

Katılabileceğiniz yaklaşan etkinlik bulunmamaktadır!

Aramızdan Ayrılanlar

Rahmetle anıyoruz

Avukat
Av. Bülent KILINÇ

31.03.2025

Avukat
Av. Serdar Atalay

6.11.2021

Avukat
Av. Emre TUNÇ

8.05.2021

Avukat
Av. Süleyman KAYA

18.04.2017

Avukat
Av. Veysi ARI

3.05.2012

Avukat
Av. Sedat ÖZEVİN

1.08.2010

Avukat
Av. Zekeriya AYDIN

5.02.2010